Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vladimir Putin Amerîka Hişyar Kir


Serokomarê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ger Amerîka çekên berevanîyê bide Ukrayna ewê pevçûnên li rojhilata wî welatî gurtir bibin.

Putin da zanîn ku ewê alîgirên Rûsya yên li herêmê jî pirtir çalakîyan li dar xînin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis, meha borî, di serdana xwe ya li Kievê de gotibû ku Amerîka dê alîkarîya çekan bo Ukrayna binirxîne.

Serokê Amerîka yê berê Barack Obama alîkarîya çekan bo Ukrayna veto kiribû.

Li rojhilata Ukrayna girjîya di navbera Ukrayna û Rûsya de didome.

Rûsya, li rojhilata Ukrayna piştgirîya kesên veqetînê dixwazin dike.

Di pevçûnên de, ku 3 sal in didomin, heta niha pirtir ji 10,000 kes hatin kuştin.

Kiev, Moskowê bi şandina leşkeran bo herêmê sûcdar dike, lê Rûsya wan îdiayan red dike.

"Şandina çekan bo herêmên cengê ewê hewildanên aştîyê têk bibe. Biryareke wisa ewê tiştekî neguherîne, lê kuştinan pirtir bike" Putin got.

Putin bi berdewamî dîyar kir ku ewê bernivîsekê bo bicîhkirina hêzên aştîyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) amade bikin.

Serokamarê Rûsya da zanîn ku armanca bernivîsê berevanîya çavdêrên agirbestê ye.

XS
SM
MD
LG