Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Amerîka bo Êrîşî Şamê Bike Planan Çêdike


Rûsya da zanîn ku Amerîka bo êrîşkirina avahîyan hikûmeta Sûrîyê yên li Şamê hazirîyê dike.

Moskowê dîyar kir ku eger di êrîşeke wisa de ew dijî Rûsan jî gefekê bibînin ewê bi awayekî leşkeri bersiva êrîşê bidin.

Sererkanê Rûsya Valeriy Gerasimov li Moskowê da zanîn ku Amerîka û serhildayên Sûrî dixwazin êrîşeke kîmyayî ya sexte bînin rojevê û pê hikûmeta Sûrîyê tawanbar bikin.

Gerasimov dîyar kir ku Amerîka di ser îdiayeke pûç re dixwaze êrîşî avahîyên hikûmetê bike û bi bîr xist ku leşkerên Rûs jî li wan deran dimînin.

‘’Ger gefek dijî leşkerên me hebe, hêzên Rûsya ewê tevdîrên bo bersîvdanê bigerînin’’ Gerasimov got.

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley dabû zanîn ku eger Şam êrîşeke kîmyayî li dar xîne ewê êrîş bibin ser rejîma Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG