Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bernivîsa Amerîka ya Ser Vekolîna Çekên Kîmyayî Veto Kir


Balyozê Rûsya li CENY'ê Vassily Nebenzia
Balyozê Rûsya li CENY'ê Vassily Nebenzia

Bernivîsa Amerîka ya ser avakirina komeke vekolînê bo karanîna çekên kîmyayî li Sûrîyê li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) nehat pejirandin.

Rûsya, ku endamê timî ya CENY’ê ye, bernivîsa Amerîka veto kir.

15 endamên civatê hene û ji van 12 welat piştgirî dan bernivîsa Amerîka, lê Rûsya û Bolîvya di dengdanê de gotin ‘’na’’ û Çîn jî bêalî ma.

Li gor bernivîsa Amerîka, koma vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê salekê vekolîna bikira û rapora pêşî jî piştî sê mehên din bi awayekî nivîskî bida civatê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW).

Bo bernivîseke civatê were pejirandin, divê bi kêmî ve 9 endam dengê ‘’erê’’ bidin û ji Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa jî ti welat bernivîsê veto nekin

XS
SM
MD
LG