Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hemwelatîyekî Amerîkî bi Îdiaya Sîxurî Desteser Kir


(arşîv)
(arşîv)

Rûsya hemwelatîyekî Amerîka bi îdiaya ku wî sîxurî kiriye desteser kir û dijî wî dest bi lêpirsînê kir.

Servîsa Ewlekarîya Navxweyî ya Rûsya (FSB) ragihand ku Paul Whelan di 28’ê Berfanbarê de li Moskow ya paytaxt ‘’dema sîxurtî dikiriye’’ hatiye desteser kirin.

Ajansa nûçeyan ya Rûs, TASS da zanîn ku ger dadgeh lêpirsîna ser Whelan bipejirîne ew ji 10 sal heta 20 sal dikare cezaya girtîgehê bistîne.

Rêvebirîya Amerîka ser desteserkirina Whelan hîn ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG