Balyozê Rûsya yê li Amerîka Anatoly Antonov dîyar kir ku Washington bi alîkarîya leşkerî ya bo Ukrayna rîska pevçûnan zêde dike.
Antonov da zanîn ku alîkarîyên leşkerî yên bo Ukrayna dijî ewlekarîya Moskowê gef in û rê li ber pevçûna Rûsya û welatên Rojava vedikin.
Wî dîyar kir ku ew alîkarîyên Amerîka dijî berjewendîyên stratejîk yên Moskowê gefan çêdikin.
Balyozê Rûs got ku Amerîka û hevbendên wê bi alîkarîyên bo Ukrayna metirsîya çêbûna şerê Rûsya û welatên Rojava zêdê dikin.
Welatên Rojava ji destpêka şer vir ve tevgerên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û ligel Kîevê disekinin.