Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya, Amerîka û Hevbendên Wê Ser Karanîna Satalaytan Hişyar Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya, Amerîka û hevbendên wan ser satalaytan hişyar dike.

Reutersê dîyar kir ku karbidestekî payabilind yê Wezareta Derve ya Rûsya dibêje ger satalaytên Amerîka û hevbendên wê bikevin nav şerê li Ukrayna ewê wan ji xwe re bikin armanc.

Rûsya di sala 1957'an de Sputnik 1 firand fezayê û di sala 1961'an de cara pêşî mirovek çû wir û bi wan li ser karên fezayê pêşve çû.

Di sala 2021'an de jî Rûsya bo satalayta xwe pûç bike antî-satalaytek firend fezayê.

Ji Wezareta Derve ya Rûsya Konstantin Vorontsov li Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku Amerîka û hevbendên wê hewil didin satalaytan bo planên xwe bixebitînin.

Vorontsov dîyar kir ku ger karanîna wan satalaytan bo şerê li Ukrayna be ewê rewişeke dijwar çêbe.

Wî da zanîn ku welatên Rojava bi karên wisa şer gur dikin û got ku ew dikarin bo bersîvdanê êrîşan bibin ser binesazîyên sîvîl.

XS
SM
MD
LG