Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Navenda Çekên Rojavayî ya Nêzî Odesa Hat Bombebaran Kirin

Piştî êrîşa artêşa Rûsya ser bajarê Odesa li başûrê rojavaya Ukrayna, dûman bilind dibe, di 3 Nîsan, 2022
Piştî êrîşa artêşa Rûsya ser bajarê Odesa li başûrê rojavaya Ukrayna, dûman bilind dibe, di 3 Nîsan, 2022

Wezareta Berevanîyê ya Rûsya îro Sêşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku hezên Rûsî bi mûşekan êrîş birine ser firokxaneyeke leşkerî ya li nêzî bajarê Odesa li başûrê rojavaya Ukrayna.

"Bi mûşekên Onyx, navendeke lojîstîkê ya li firokxaneyeke leşkerî li herêma Odesa hat êrîş kirin, ya ku li wir çekên biyanî dihatin radestkirin, xistin," wezareta Rûsî got.

Wezareta Rûsî da zanîn ku wan di êrîşê de dron, mûşek û cebilxaneyên ku ji alîyê Amerîka û hevalbendên wê yên Ewrupî ve ji Ukrayna re hatibûn şandin, wêran kirine.

"Depoyên ku dronên Bayraktar TB2, fuze û cebilxaneyên ji Amerîka û welatên Ewrupa tê de bûn, hatin têk birin ," wezareta Rûsî ragihand.

Ji alîyê din ve artêşa Rûsya îro jî bi mûşek û topbaranan êrîşên xwe yên dijî cihên cuda yên leşkerî li seranserê Ukrayna domandin; di nav de navendên fermandariyê, cebilxane û sîstema mûşekî ya S-300.

This item is part of
XS
SM
MD
LG