Sazîya Ewlekarîya Federal ya Rûsya (FSB) îro Duşemê istixbarata Ukrayna bi kuştina Darya Dugina ya roja Şemîyê tawanbar kir.
Dugina, roja Şemîyê li nêzî Moskowê hatibû kuştin dema otomobîla wê ya bombebakirî hatibû peqandin.
Dugina keça hevalbendê Serokê Rûsya Vladimir Putin bû li Rûsya rojnamevaneke navdar bû û bi tekilîyên nêz yên bi Kremlinê dihat zanîn.
Ajansên nûçeyan yên Rûsî ji zarê FSB ragihand ku êrîşa dijî Dugina ji alîyê jineke Ukraynî hatiye kirin ku di 1979’an de ji dayik bûyê.
Hat dîyar kirin ku FSB nasnameya wê jinê derxistine hole, wêne û agahîyên wê yên kesane li ser malperên nûçeyan yên Rûsî hatine belav kirin.
FSB ew bi endambûna tabura Azov tawanbar kir ku yekîneyeke artêşa Ukraynî ye û Rûsya wê mîna komeke terorîst dibîne.
Li gor ragihandina FSB, ew jin û keça wê ya ciwan di Tîrmehê de hatine Rûsya û amadekirina êrîşê mehekê xebitine û li heman taxa ku Dugina dijî, xanî kirê kirine.
FSB da zanîn ku ew jin bi otomobîleke Mini Cooper li derdora Moskowê dajot û derheqa Dugina sîxurî dikir.
Sazîya Rûsî got ku ew jin êvara Şemîyê beşdarî ahengeke li derveyî Moskowê bûye ku Dugina û bavê wê jî hebûn, berî ku "peqîneke kontrolkirî" di otomobîla Dugina de pêk bîne.
FSB bi berdewamî eşkere kir ku ew jin piştî peqandina otomobîla Darya bi heman Mini Cooperê ji Rûsya revîye Estonya.
Bavê Darya Dugina şîrovekarê sîyasî yê Rûsî Aleksander Dugin e û nîjadperestekî Rûsî bi nav û deng ku berevanîya avakirina împaratorîyeke nû ya Rûsî dike.
Aleksander Dugin yê 60 salî Dugin wek "mejîyê Putin" tê bi nav kirin.
Ew pir caran di televîzyona dewleta Rûsî de derdikeve û piştgirîyek xurt dide kiryarên Rûsya yên li Ukrayna.
Alexander Dugin piştî kuştina keça xwe îro cara yekê derket pêş bîragiştî û got ku Darya bi awayekî hovane, ji alîyê Ukrayna ve li ber çavên wî hat kuştin.
"Dilê me ne tenê tolhildaneke bingehîn dixwaze. Pêdivîya me tenê bi serketina me ya hember Ukrayna heye. Keça min jîyana xwe ya ciwan bo serketinê feda kir. Jiber vê yekê ji kerema xwe bi ser bikevin!," Dugin got.
Hêjayî gotinê ye ku bav û keç her du jî bi rengeki xurt berevanîya dagirkerîya Rusya ya li Ukrayna dikirin.
Wezareta Derve ya Rûsya jî do Yekşemê îdia kiribu ku dibe ku Ukrayna li pişt êrîşê be.
Ukrayna heya niha tevahîya îdiayan Rûsî red dike û ti rola xwe ya di wê kiryarê de qebûl nake û heta niha ser daxuyanîya FSB ya îro ti bersîv nedaye.