Rûsya îro Çarşemê got ku ewê bi heman awayê bersîvdana welatên Rojava bide ku jiber jahrkirina sixurê berê, Sergei Skripal bi hejmarên mezin yên dîplomatên wê dersînor dikin.
Seroka civata jêrîn ya parlemana Rûsî, Valentina Matviyenko ku dilsozekî xurt yê Kremlînê ye, got ku Rûsya dê tola xwe hilîne.
“Bêguman, wek pêdivîyeke dîplomatîk Rûsya dê bi heman rengî bersîvdana biryarên wan dewletan bide û bi heman hejmar dîplomatên wan dersînor bike,” Matviyenko ji ajansa RIA re got.
Sixûrê berê yê Rûsî Skripal û qîza wî Yulia bûbûn armanca êrîşeke jahrîn û heta niha jî li nexweşxanê, di rewşeke krîtîk de ne.
Pisporên saxlemî yên Brîtanî ragihandibû ku madeyeke kîmyayî bi navê Novichock di êrîşê de hatiye xebitandin ku ji hêla artêşa Rûsî ve tê xebitandin.
Amerîka roja Duşemê ragihandibû ewê jî tev li biryara welatên Ewrupî ya cezakirina Rûsya bibe û wek bersîvdana êrîşa jahrîn, 60 dîplomatên Rûsî dersînor bike.
Bilî Brîtanya û Amerîka jimareke dewletên wek Danîmarka, Australya, Slovakya, Malta, Luksemburg û Montanegro biryar dan ku gavên dîplomatîk li hember Rûsya bavêjin.