Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Giranîyê Dide Ser Operasyonên li Herêma Donbasê


Ajsan nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hêzên Rûsya êrîşên xwe yên li rojhilata Ukrayna gurtir kirine.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand.

Peyvdarê Wezareta Berevanî ya Rûsya Igor Koneshenkov da zanîn ku bi muşekan dijî 3 navendên leşkerî yên Ukrayna êrîş hatine li dar xistin.

Konashenkov dîyar kir ku hêzên Rûs li herêma Donbasê êrîş birine ser 4 depoyên leşkerî yên Ukrayna.

Wî da zanîn ku hêzên Rûsya li herêma Mykolaiv ya li başûrê Ukrayna jî êrîş lencam dane.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya li ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

Hêjayî bîrxistinê ye, ku Swêd û Fînlandîya jî piştî şerê Rûsya û Ukrayna bo bibin endamên NATO dest bi danûstandinan kirin.

XS
SM
MD
LG