Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Karbidestên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî Sibê Derbazî Dûma Dibin


Dûma
Dûma

Rûsya ragihand ku bo şandeya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) dê sibê Çarşemê derbazî Dûma bibe.

Şandeya OPCW’ê roja Şemîyê çûbû Sûrîyê lê bo ketina herêma Dûma destûr nehatibû dayîn.

Sûrîye û Rûsya dîyar dikin ku li herêmê ti êrîşên kîmyayî li dar neketine.

Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku di vê peyvajoyê de Rûsya dikare delîlan biguherîne, lê Wezareta Derve ya Rûsya dîyar dike ku wan ‘’bi ti awayî delîl neguhertine’’

Nûnerên OPCW’ê, piştî vekolînên li Dûma dê derbarê îdiayên êrîşa kîmyayî daxuyanîyekê bidin.

XS
SM
MD
LG