Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê Êrîşî 38 Armancên li Rojhilata Ukrayna Kirine


Berdevikê wezareta berevanîyê ya Rûsya Igor Konashenkov
Berdevikê wezareta berevanîyê ya Rûsya Igor Konashenkov

Artêşa Rûsya îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî êrîş birine ser bi dehan armancên leşkerî yên Ukrayna yên li rojhilata wî welatî.

Berdevikê wezareta berevanîyê ya Rûsya Igor Konashenkov dîyar kir ku firokeyên şer yên Rûsî di 24 saetên dawî de, navendên leşkeran û çekan jî di nav de, bi mûşekan li 38 armancên Ukrayna xistine.

Wî got ku di encama êrîşeke esmanî ya Rûsî de jî depoyeke cebilxaneyê li nêzî Chervone li herêma Zaporizhzhia hatiye wêran kirin.

Konashenkov herwiha da zanîn ku firokeyeke şer ya MIG-29 ya Ukraynî li nêzî bajarê Slovyanskê hatiye xistin.

Di hefteyên dawî de artêşa Rûsya giranîya xwe dide ser hewlên girtina herêma Donbasê ku wek navenda pîşesazîya Ukraynî tê zanîn û cudaxwazên bi piştgirîya Moskowê ji 2014'an vir ve dijî hêzên Ukraynî şer dikin.

XS
SM
MD
LG