Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li G20 Dike ku Şûna Ewlekarîyê Bala Xwe Bide Ser Aborîyê


Rûsya bang li G20 kir ku li şûna danûstandinên ser ewlekarîyê bala xwe bide ser civakî û aborî.

Welatên Rojava bo Hilcivîna G20 di ser şerê Rûsya û Ukrayna re derbarê xurtkirina ewlekarîyê diaxifin.

Hilcivîna G20 dê vê hefteyê Balî ya Endonezya çêbe.

Çaverê ye Serokê Amerîka Joe Biden di vê foruma payabilind de ser sîyaseta Rûsya ya bo Ukrayna biaxife.

Wezareta Derve ya Rûsya bi daxuyanîyeke ser Hilcivîna G20 bang li wê komê kir ku li şûna gefên xeyalî berê xwe bidin rewişên berçav.

Wê wezaretê da zanîn ku G20 bi danûstandinên ewlekarîyê dest li karê Neteweyên Yekbûyî (NY) wer dide û zararê dide atmosfera bawerî û tevkarîya komê.

XS
SM
MD
LG