Sazîya Ragihandinê ya Rûsya Roskomnadzor, Google ser reklamên meş û mîtîngên neqanûnî yên di YouTube de hişyar kir.
Roskomnadzor dîyar kir ku wan ji Google re nameyek şandiye û ji wê xwestiye ku dijî wan reklaman tedbîrekê bistîne.
Daxuyanîya Roskomnadzor, piştî protestoyeke ku bi hezar kesan beşdar bûn, belav bû.
Roja Şemîyê li Moskowê protestoyek li dar ketîbû û pirtirê 250 kes hatibûn desteser kirin.
Rûsya dide zanîn ku hin reklamên di YouTube de dijî serwerîya wê ne û dijminane ne.
Roskomnadzor di meha Tîrmehê de bo Google 11,000 dolar ceza birîbû.