Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê Pirtir ji 100 Muşekên HIMARS Rûxandine


Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Çarşemê ragihand ku hêzên Rûs pirtir ji 100 muşekên HIMARS rûxandine.

Li gor daxuyanîya wezaretê, ew muşekên HIMARS yên Amerîkî, di 24’ê Tîrmehê de li herêma Dnipropetrovsk ya Ukrayna hatine pûç kirin, lê Reutersê got ku wê nekarîye vê agahîyê piştrast bike.

Moskowê di rojên borî de ragihandibû ku hêzên Rûs jimareke sîstemên HIMARS yên welatên Rojava dane Ukrayna hilweşandine.

Pisporên leşkerî dibêjin ku bi çekên modern yên giheştine hêzên Ukraynî dibe ku rewişa şer biguhere.

Kîev îdiayên ser rûxandina muşekên HIMARS red dike û dibêje hêzên wê li qada şer dijî hêzên Rûs serketî ne.

XS
SM
MD
LG