Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê li Odesa Depoyeke HIMARS'an Ruxandiye


Rûsya ragihand ku hêzên Rûs do Yekşemê êrîş birine ser Odesa û Kîevê.

Wezareta Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku hêzên Rûs bi muşekên Kalibr li Odesa depoyeke roketên HIMARS, ku çêkirina Amerîka ne, ruxandine.

Li gor daxuyanîya wezaretê, hêzên Rûs li Kîevê jî êrîş birine ser depoyeke dexilan.

Rûsya muşekên Kalibr ji gemîyên li ser derya difirîne.

Karbidestên herêmî yên Odesa didin zanîn ku wan li ser derya du muşek rawestandine, lê sê muşek jî li navendên cotkarîyê ketine.

Jêderên xwecihî didin zanîn ku bi êrîşên dawî yên hêzên Rûs ti kes nehatiye kuştin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wê nekarîye wan agahîyan şer bi awayekî serbixwe piştrast bike.

XS
SM
MD
LG