Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li HSD'ê Dike ku Tevlî Artêşa Sûrîyê Bibe


Rûsya bang li Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kir ku di demeke zûtir de tevlî Artêşa Sûrîyê bibe.

Ajansa nûçeyan ya Rûs, Interfax da zanîn ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mihail Bogdanov gotiye ku dewleta wî bo dîyaloga di navbera hikûmeta Sûrîyê û Kurdan de amade ye.

‘’Bi rêzdarîya bo serwerîya Sûrîyê û yekîtîya axa wê, em bi hemî alîyan re danûstandinê dikin ku çareserîyeke aştîyane bibînin’’ Bogdanov got.

Karbidestên Rûsya berê jî ser dîyaloga di navbera Kurdan û Artêşa Sûrîyê axifîbûn.

Artêşa Sûrîyê jî bang li HSD’ê kiribû tevlî wan bibin lê wê ew daxwaz red kiribû.

XS
SM
MD
LG