Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Firokên Me li Îdlibê Êrîş Birin Ser Depoyên Çekan


(arşîv)
(arşîv)

Rûsya dîyar kir ku bi hevkarîya Tirkîyê li Îdlibê êrîşa esmanî li dar xistiye.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku firokên Rûs, li Îdlibê êrîş birine ser depoyên çekdarên li herêmê.

Li gor ajansa RIA, êrîş dijî Heyet Tahrîr Şam hatin li dar xistin.

Rûsya dide zanîn ku Heyet Tahrîr Şam dê çekên li wan depoyan dijî Bingeha Esmanî ya Rûsya ya li Hmeymîm ya li rojavayê Sûrîyê bikar bianîya.

Rûsya û Tirkîyê di Îlona 2018’an de li Soçî li hev kiribûn ku li Îdlibê herêmeke ewle ava bikin.

XS
SM
MD
LG