Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOR) dîyar kir ku li Îdlibê di êrîşeke dijî bazarê de 37 kes hatine kuştin.
SOHR’ê dabû zanîn ku roja Yekşemê jî di êrîşên esmanî de 18 kes hatine kuştin.
Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û opozîsyonê ser êrîşê rejîma Beşar Esad û Rûsya tawanbar kiribû.
Wezareta Berevanî ya Rûsya bi daxuyanîyeke îdiayên ser lidarxistina êrîşên esmanî red kir û da zanîn ku wan li herêma Îdlibê tiştek nekiriye.
Girjîya li Îdlibê ji dawîya Nîsanê vir ve gur bûye.