Ajansa nûçeyan ya Reuters ragihand ku balafirên Rûsî roja Yekşemê heremên nêzî bajarê Îdlibê yên Sûrîyê bombebaran kirin.
Reutersê ev agahî ji zarê şahidan û jêderên serhilderan ragihand.
Navendên çavderîyê da zanînên ku balafirên şer yên ku di asteke bilind de difirin, firokên şer yên Sukhoi yên Rûsyayê ne.
Wan bombe avêtine ser gelek bajarok û stasyoneke sereke ya belavkirina avê ku xizmetê bajarê Îdlibê ya bi şênîya zêdetirê yek mîlyoneke dike.
Rûsya yan jî artêşa Sûrîyê heya niha di derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nehatiye dîyar kirin.
Ew bi gelemperî dibêjin ku veşartgehên komên çekdar yên ku herêmê kontrol dikin armanc, lê êrîşên dijî sivîlan red dikin.
Karbidestekî li sazîya avê ya bajêr got ku di encama êrîşê de stasyon hilweşîya ye û ji xizmetê derketiye.
Hevdem, cîgirê kordînatorê mirovahî yê herêmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Cutts jî piştrast kir ku stasyona avê di êrîşa esmanî de "zarareke giran" dîtiye.
Wî destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî rewşa mirovahî ya bi milyonan Sûrîyên koçber xirabtir dike.
"Wêrankirina binesazîya bo sivîlan ya bi berdewamî dê bibe sedema zêdetir êşkişandina sivîlan. Divê êrîşên ser sivîlan û binesazîya bo sivîlan rawestin," Cutts bi twîtekî got.
Herwiha, şahidan got ku di êrîşên di 24 saetên dawî de, dorpêça di bin destê serhildêyan de jî hatiye armanc kirin û çandinên sewal û mirîşkan yên nêzî derîyê sînorî yê Bab el Hewa ya bi Tirkîyê re hatine bombebaran kirin.
Karbidestekî di rêvebirîya opozîsyonê Ebu Hazim Îdlibî got ku "Rûs giranîyê didin binesazîyê û navendên aborî. Ev yek bo zêdekirina êşa mirovan tê kirin."
Rûniştvanan û tîmên rizgarkirinê jî da zanîn ku dijî gundên li herêma Cebel el-Zawîya yên li başûrê Îdlibê jî êrîş hatine kirin, lê wan derbarê zararan de ti agahî ranegihandin.
Sazîya berevanîya sivîl ya Îdlibê ragihand ku nîvê şeva Şemîyê dijî kampên demkî yên ku bi hezaran malbatên bêwar li nêzî Cisir el-Şixor ya li rojavayê Îdlibê gelek êrîş pêk hatine.
Di encama êrîşan de du zarok û jinekê hatin kuştin û 10 sivîl jî birîndar bûne.
Di êrîşên esmanî yên li herema dorpêçkirî ji Mijdarê vir ve kêmbûneke heye; piştî ku îhtîmala tunditûjîya artêşa Tirkîyê zêde bû û bi pêşengîya Rûsyayê tevgereke nû ya bersîvdanê destpê kir.
Di navbera Rûsyaya ku piştgirîya hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad dike û Tirkîyê de, nêzî du sal berê peymanek hate çêkirin.
Peymana ku piştgirîya komên opozîsyonê dike, di nava çend mehan de dawî li şer anî ku zêdetirî mîlyonek kes derbider kiribûn.