Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Îran Piştgirîya Operasyona Îdlibê Dikin


Rêvebirîyên Moskow û Tehranê ser operasyona Îdlibê ya hikûmeta Sûrîyê daxuyanîyên piştgirîyê dan.

Wezîrê Derve yê Moskowê Sergey Lavrov dîyar kir ku divê Îdlib ji serhildayên çekdar were paqij kirin.

Lavrov ji ajansa Interfax ya Rûs re da zanîn ku hikûmeta Sûrîyê bo Îdlibê ji çekdaran paqij bike, bi her awayî mafdar e.

Wezîrê Dere yê Îranê Cevad Zarîf îro Duşemê serdana Şamê kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî dîyar kir ku Zarîf bi karbidestên Sûrî re kom bûye û da zanîn ku Îran bo têkoşîna dijî terorê dê piştgirîya Sûrîyê bidomîne.

Ajansa nûçeyan ya Isna ragihand ku Zarfîf dê bi Serokê Sûrîyê Beşar Esad re jî bicive.

XS
SM
MD
LG