Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dijî Destwerdana Derve ya li Qazaqistanê Hişyarî Dide


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Kazakistanê, 5 Rêbendan, 2022.
Dîmeneke ji xwepêşandanên li Kazakistanê, 5 Rêbendan, 2022.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov îro Çarşemê got ku Qazaqistan dikare pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û girîng e ku ti kes ji derve destverdanê neke.

Ajansa nûçeyan ya RIA ji zarê Peskov ragihandê ku Qazaqistanê ji Rûsyayê bo rawestandina xwepêşandanên li welêt, daxwaza alîkarîyê nekiriye.

Li Qazaqistanê jiber zêdekirina buhayê gazê xwepêşandanên girseyî destpê kirin û ew hîn jî didomin. Îro hikûmeta wî welatî karvekîşîna xwe ragihand.

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî bi daxuyanîyeke got ku ew ji nêzve çavdêrî ya rewşa cîranê xwe yê başûrê Qazaqistanê dike.

Wezaretê got ku ew bawer dike ku di demeke pir nêz de rewş wê vegere asta normal.

"Em di çarçoveya qanûna bingehîn û hiqûqî û dîyalogê de, alîgirê çareserîya aştîyane ya hemû pirsgirêkan in, ne bi serîrakirinên li kolanan û binpêkirina qanûnan," wezaretê got.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ev yek armanca gavên ku Serokê Qazaqistanê Kasim Comert Tokayev avêtine jibo aramkirîna rewşê û çareserîya demûdest ya pirsgirêkên heyî û bicîhanîna daxwazên rewa yên xwepêşanderan in.

Xuya bû ku ev yek bahsa biryara Tokayev ya paşvekişandina zêdekirina buhayê gazê dike ku berî çend rojan hatibû ragihandin û bo cara yekê bûbû sedema protestoyan li wî welatî.

Rûsya komarên Sovyeta berê wek beşek ji qada bandora xwe dihesibîne û herwiha bo alozî û bûyerên li wan welatan pir hesas e.

XS
SM
MD
LG