Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Îdia Dike ku Operasyona Ukrayna li Herema Khersonê Têk Diçe


Kherson region during Ukraine-Russia conflict
Kherson region during Ukraine-Russia conflict

Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Çarşemê daxuyanîya Ukraynî red kir ku operasyona wê ya jibo rizgarkirina herema Khersonê bi serfrazî didome.

Berdevikê wezaretê Îgor Konashenkov di presskonferansa rojane de got ku hêzên Rûsî hemberî êrîşên Ukraynî bi rengekî xurt li ber xwe dane û bersîva wan dane.

Konashenkov dîyar kir ku Ukrayna bi sedan leşker, tank û meşînên din yên zirxî hinda kirine.

Wî anî ziman ku hêzên Ukraynî di operasyona xwe li başûrê welêt de bi ser neketine, lê şikestinê dixwin.

Konashenkov îdia kir ku hêzên Rûsî di şerê du rojan ya derdora enîya Mykolaiv-Kriviy Rih û li heremên din yên başûrê Ukrayna de 3 helîkopter û 4 firokên Ukraynî anîne xwarê.

Ajansên ragihandinê dibêjin ku ew nikarin ragihandinên ji qadên şer yên her du alîyan jî bi rengekî serbixwe piştrast bikin.

Bajarê benderê Kherson, ku şênîya wê berî şer 300 hezar kes bû, navendeke girîng ya aborî ya li nêzî Derya Reş e û bajarê herî mezin yê destê Rûsan e.

XS
SM
MD
LG