Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Zedetirî 20 Avahîyên Leşkerî yên Ukraynî Hatine Rûxandin


Berdevikê wezareta berevanîyê ya Rûsya Orgeneral Îgor Konashenkov

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Rûsya, Orgeneral Igor Konashenkov îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî bi êrîşên mûşekî 16 avahîyên leşkerî yên Ukraynî têk birine.

Konashenkov got ku di nava cîhên têkbirî de pênc bingehên fermandarîyên leşkerî, depoyeke şewitê, sê depoyên cebilxane û kombûna meşîn û karmendên leşkerî yên Ukrayna yên li herêmên Kharkiv, Zaporizhzhia û Dnipro hene.

Konashenkov herwiha da zanîn ku hêzên Rûsî bi mûşekên Îskender yên bejayî 4 depoyên cebilxane û sê komên leşkerên Ukraynî yên li nêzî Popasna û Kramatorsk li rojhilat û Yampil ya li navenda Ukrayna jî wêran kirine.

Wî got ku artêşa Rûsî bi topbaranan bi tevahî êrîşî 315 armancên Ukraynî kirine û bo lêxistina hêzdar, navend û alavên leşkerî jî bi firokên şer 108 êrîşên esmanî pêk anîne.

Îdiayên Konashenkov heya niha ji hêla jederên serbixwe ve nehatine piştrast kirin.

XS
SM
MD
LG