Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Tedbîrên Dijî Korona Jinûve Berfireh Dike


Rûsya jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona tedbîrên dijî wê jinûve berfireh dike.

Bajarvanê Moskowê Sergei Sobyanin îro Pêncşemê da zanîn ku tedbîrên karantînê dê di 28’ê Cotmehê de jinûve destpê bikin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku dikanên li seranserê welêt dê ji 30’ê Cotmehê heta 7’ê Mijdarê girtî bimînin.

Putin da zanîn ku rêberên li herêmê jî dikarin li gor xwe tedbîran berfirehtir bikin.

Rûsya roja Pêncşemê jî bi awayekî rekorî pêketin û mirinên ji vîrusa korona ragihand.

XS
SM
MD
LG