Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dijî Medyaya Amerîkî yên li Moskowê Gavên Tund Davêje

Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova
Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova

Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Înê dîyar kir ku wê 6'ê Hezîrana roja Duşeme, bo berpirsên dezgehên ragihandinê yên Amerîkî yên li Moskowê civîne dar bixin da ku wan ser rêgezên tund yên nû ku wê bi bandor bin, agahdar bikin.

Maria Zakharova ragihand ku wê rêgezên tund yên nû wek bersîvdayîna dijî sînordarkirinên Amerîkî ser medya Rûsî têne dîyar kirin.

"Heke xebatên medya Rûsî – dezge û rojnamevan - li Amerîka neyê normal kirin, pîvanên herî tund jî wê bêguman werin dîyar kirin," Zakharova got.

Wê bi berdewamî da zanîn ku navenda ragihandinê ya wezareta Rûsî wê di civînê de ji berpirsên ofîsên Moskowê yên tevahîya medya Amerîkî re encamên xeta dijminatîya hikûmeta wan yên di warê medya de, dîyar bike.

Rûsya welatên Rojavayî bi ragihandina sînordarkirinên ne dadwer ser medya xwe ya li derve, tawanbar dike; di nav de qedexekirina hin nûçeyên bi piştgirîya dewleta Rûsî jî.

Qanûndanerên Rûsî meha borî qanûneke nû pejirandin ku destûrê dide dozgeran ku dikarin ofîsên medya biyanî li Moskowê bigirin, ger welatekî Rojavayî ji medya Rûsî re wek "ne dost" tevbigere.

Rûsya ji destpêka dagirkirina xwe ya li Ukrayna, ser dezgehên medya bo şêwaza ragihandina şer givaştinan dike û asteng dike ku nûçeyên şer bi rengekî serbixwe di medya de cîh bigire.

Rûsya bi vê armancê qanûneke nû derxist ku bo rojnamevanên -bi gotara wê - ku ser "operasyona wê ya leşkerî ya taybet" li Ukrayna bi qestî nûçeyên "derew" ragihînin, 15 sal cezayê girtîgehê tîne.

Ev qanûna bû sedem ku hin ji dezgehên medy Rojavayî rojnamevanên xwe ji Rûsya vekişînin.

Lê, dezgehên din yên Rojavayî, ku Reuters jî di nav de ye, li Rûsya man û ragihandina xwe didomînin.

Rûsya dibêje ku ew "operasyoneke leşkerî ya taybet" rêve dibe da ku cîranê xwe Ukrayna bêçek bike û ji "Nazîbûnê" xilas bike.

Lê, Ukrayna û hevalbendên wê yên Rojavayî vê yekê wek sedemeke bêbingeh ya şer bi nav dikin, şereke ku bi hezaran sivîl hatin kuştin, bajar hilweşîyan û zêdetirî 6 mîlyon mirov neçar kir ku ji welatên xwe birevin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG