Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Înê soz da ku ewê asta êrîşên mûşekî ya dijî Kîevê zêde bike, ger Ukrayna êrîşên xwe yên li nava axa Rûsya bidomîne.
Ev daxuyanîya wezareta Rûsî piştî bûyera do Pencşemê tê; ku karbidestên Rûsî, hêzên Ukraynî bi jiber êrîşên esmanî ser avahîyên sivîlan li herêmeke ser sînorê bi Ukrayna tawanbar kirin.
Li gor karbidestên Rûsî, di êrîşa roja Pêncşemê ya ser gundê Klimovo ya li herêma Bryansk de, nêzî 100 xanî zarar dîtine û 7 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Berevanîyê herwiha dîyar kir ku hêzên Rûsî li herêma Çernihiv , helîkoptereke Mi-8 ya Ukraynî daxistine xwarê, tê îdia kirin ku ev helîkopter di êrîşa ser herêma Bryanskê de cîh girtiye.
Karbidestên Rûsî yên li herêmeke din ya ser sînor, Belgorodê jî do Pêncşemê ragihand ku Ukrayna heremê topbaran dike.