Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Rûsya Azadîya Doktoreke Piştgirîyê Dide Navalny Sînordar Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku azadîya seroka yekîtîyeke doktoran ya piştgirîya rikeberê Kremlînê Alexei Navalny dike, hatiye sînordar kirin.

Reutersê da zanîn ku dadgeha Rûsya doktora bi navê Anastasia Vasilyeva jiber binpêkirina rêzikên ewlekarîyê yên COVID-19’ê sûcdar ditiye.

Dadgehê biryar da ku azadîya tevgerê ya Vasilyeva bo salekê sînordar bibe.

Seroka Tifaqa Doktoran Vasilyeva di serê salê de bang li gel kiribû ku dijî hepiskirina Navalny tevlî protestoyan bibin.

Karbidestên Rûsya dîyar kiribûn ku ew protesto rêzikên ewlekarîyê yên COVID-19’ê binpê dike ku Vasilyeva ser wê binpêkirinê hatiye darizandin.

XS
SM
MD
LG