Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya bo Têkbirina Serhildana Kujer Leşkeran Dişîne Qazaqistanê


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Qazaqistan 6 Rêbendan, 2022
Dîmeneke ji xwepêşandanên li Qazaqistan 6 Rêbendan, 2022

Karbidestên Qazaqistanê îro Pêncşemê ragihand ku di xwepêşandanên li serên serê welêt de bi dehan xwepêşander û polîs hatine kuştin.

"Li bajarê herî mezin yê welêt, li Almata hewildanên avêtina ser avahîyên fermî hebûn û bi dehan êrîşkar hatine têk birin," berdevikê polîsan Saltanat Azirbek got.

Kanala dewletê ya nûçeyan Xaber-24 li ser zarê ofîsa fermandarîya bajêr îro got ku 13 polîs hatine kuştin, 353 jî birîndar bûne.

Ajansa TASS ji zarê wezareta saxlemîyê ya Qazaqistanê ragihand ku di xwepêşandanan de zêdetirî 1000 kes birîndar bûne û zêdetirî 400 ji wan li nexweşxaneyan têne derman kirin.

Ji alîyê din ve Rûsyayê îro hêzên xwe şand Qazaqistanê da ku serhildana li seranserê welêt rawestîne.

Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf ya bi pêşengîya Rûsyayê dîyar kir ku ew ji Rûsya, Belarûs, Ermenistan, Tacîkistan û Qirgizistanê hêzan dişînin Qazaqistanê.

Lê, wê rêxistinê zelal nekir ku hejmara hêzên leşkerî wê çi be.

Li Qazaqistanê xwepêşandanên tund yên girseyî, ku roja Yekşemê jiber bilindbûna bihayên gazê destpê kiribûn, hîn jî didomin.

Hikûmetê roja Çarşemê karvekîşîna xwe ragihand û li serenserî welêt rewşa awarte dîyar kir.

Civata navnetewî jî hember rewşa Qazaqistanê helwestê nîşan dide û welatên Rojavayî banga aramîyê dikin.

Welata cîran Çîn jî xwepêşandanan wek mijareke navxweyî ya Qazaqistanê bi nav kir û got ku ew hêvî dike ku rewş di demek nêz de aram bibe.

XS
SM
MD
LG