Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington û Moskowê Îro 2 Girtîyên Hev Berdan


Trevor Reed
Trevor Reed

Rûsya û Amerîka îro Çarşemê bi daxuyanîyên cuda ragihand ku pevguhertineke girtîyan pêk anîye.

Washingtonê bazirganekî narkotîkê yê Rûsî, ku bi cezayê dirêj li Amerîka girtî ye wek berdela leşkerekî berê yê Amerîkî ku lçdi destê Moskowê bû, berda.

Rûsya, Trevor Reed, ku marînê berê yê û ji 2019’an vir ve li Rûsya bi îdiaya êrîşkirina polîsan girtî bû, radestî Amerîka kir.

Amerîka jî pîlotê Rûsî Konstantin Yaroshenko, ku jiber qaçaxcîtîya kokaînê li eyaleta Connecticut 20 sal cezayê zindanê dikişand, radestî Rûsya kir.

Pispor dibêjin ku peymana ku ji hêla her du welatan ve hatîye ragihandin, gaveke geleke girîng ya dîplomatîk e.

Pisor bal dikşînin ku jiber dagirkirina Ukrayna ji alîyê Rûsya ve, peywendîyên Washingtonê bi Moskowê re di asta herî kêm ya dehsalên dawî de ye.

XS
SM
MD
LG