Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsya di Şewateke Tesîsê de bi Dehan Kes Jîyana Xwe ji Dest Dan


Li Kemerovo ya herêma Sibîrya ya Rûsya, di mexazeyekê de şewatek derket û bi kêmî ve 48 jîyana xwe ji dest dan.

Medyaya Rûsya ragihand ku bi dehan kes jî wenda ne û di nav wan de zarok jî hene.

Karbidestên Rûs dîyar dikin ku dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir bibe.

Di hin dîmenan de, ku li ser sosyal medya hatin belav kirin, însanên ku ji şewatê direvin, xwe ji pencereyan diavêjin derve.

Kemorovo 3600 km li Moskow ya paytaxta Rûsya ye.

Tesîsa lê şewat çêbûyî, di sala 2013'an hatiye ava kirin û têde sînema, restoran û bo zarokan jî bexçeyeke heywanan heye.

Sedema şewatê hîn nayê zanîn, karbidestên Rûs lêpirsîn daye destpê kirin.

XS
SM
MD
LG