Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dest bi Vekişandina Leşkerên li Sûrîyê Kir


Leşkerên Rûs li Sûrîyê
Leşkerên Rûs li Sûrîyê

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergey Shoigu ragihand ku li Sûrîyê dest bi vekişandina hin yekîneyên xwe yên leşkeri kirine.

Serokê Rûsya Vladimir Putin, di serdana xwe ya Sûrîyê de ragihandibû ku wî fermana vekişîna daye.

Putin par jî dîyar kiribû ku ewê leşkerên li Sûrîyê vekişîne, lê wisa nebûbû.

Sergey Shoigu, ser dema peyvajoya vekişîna leşkerên Rûsya da zanîn ku ‘’ew girêdayî rewşa li Sûrîyê ye’’

Rûsya li Sûrîyê di Îlona 2015'an de dest bi operasyonên esmanî kiribû.

XS
SM
MD
LG