Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dijî Bernivîsa bo Agirbesta Sûrîyê Ye


Vassily Nebenzia li CENY'ê

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) do Pêncşemê ser bernivîsa agirbesta li Sûrîyê ya bo 30 roj kom bû.

Bernivîs ji alîyê Kuveyt û Swêdê ve hatibû amade kirin. Rûsya, ku hevalbenda hikûemta Sûrîyê ye, xwest ku bernivîs were guhertin.

Balyozê Rûsya li CENY’ê Vassily Nebenzia dîyar kir ku civat ser agirbestê ‘’dûrî rastîyan’’ disekine û ‘’populîst’’ e.

Nebenzia da zanîn ku endamên din yên civatê hay ji rewşa Sûrîyê tune ne ew bi ‘’amadekirina retorîka afatê’’ tawanbar kirin.

Balyozê Rûsya dîyar kir ku heta guherîn di bernîvîsa agirbestê de çênebe ewê wê nepejirînin.

Balyozê Swêdê yê CENY’ê Olof Skoog jî piştî rûniştina taybet ya li New Yorkê da zanîn ku ewê danûstandinên bo bernivîsê bidomînin.

Li ber e ku îro Înê bo bernivîsa agirbestê deng were dayîn.

XS
SM
MD
LG