Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Firokeke Me ya bi 14 Leşker li Sûrîyê Hinda Bû


(arşîv)
(arşîv)

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku li nêzî bingeha esmanî ya Hmymîm ya Sûrîyê, bi firoka IL-20 ya ku têde 14 leşker hene, peywendî qut bûye.

Medya Rûs ji zarê wezaretê dîyar kir ku firok dema Îsraîlê dijî Sûrîyê êrîş pêk anîye û dûre jî ji keştîyeke Fransî muşek hatiye firandin, hinda bûye.

Wezaretê da zanîn ku ser rewşa leşkerên di firokê de ti agahîya wan tune.

Kanala dewletê ya Sûrîyê jî dîyar kir ku firok li ser Derya Sipî ji radarê derketiye.

Karbidestekî Amerîkî ji ajansa Reutersê re got ku ew bawer dikin ku firok ji alîyê pergala berevanî ya esmanî ya hikûmeta Sûrîyê ve hatiye xistin.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe da zanîn ku li gor teorîya wan, hikûmeta Sûrîyê xwestiye muşekên Îsraîlê pûç bike, lê bi şaşî firoka Rûs xistiye xwarê.

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA do Duşemê bi şev ragihand ku dijî Lazqîye êrîşa muşekî pêk hatiye, lê hêzên esmanî muşek pûç kirine.

Medya dewletê dîyar nekir ku êrîş ji alîyê kê ve hatiye li dar xistin.

XS
SM
MD
LG