Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Rûsya û Rejîma Sûrîyê Êrîşên li Îdlibê Didomînin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrîyê û Rûsya li Îdlibê êrîşên esmanî didomînin.

Li gor SOHR’ê firokên Rûsya êrîş birine ser Xan Şêxûn û Tibeşê û hêzên Sûrîyê jî li Muhammbil, Dersimbil û Temanîyê êrîş pêk anîne.

Di êrîşan de 17 sivîl hatin kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û êrîşên dijî wê herêmê ji dawîya Nîsanê vir ve gur bûne.

XS
SM
MD
LG