Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Ser Hevdîtinên bi Talîbanê re Ne li Benda Pêşdeçûneke Girîng E


Nûnerê Taybet yê bo Afganistanê yê Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ew ne li bendê ne ku di hevdîtinên bi Talîbanê re, ku dê di hefteya pêş de li Moskowê li dar keve, pêşdeçûneke girîng çêbe.

Zamir Kabulov piştrast ku Talîban dê beşdarîyê li hevdîtinan bike, lê da zanîn ku Talîbanê hîn endamên di şandeyê de eşkere nekiriye.

Em ne li benda pêşdeçûnekê ne. Me hay jê heye ku ew peyvajoyeke dirêj e.’’ Kabulov got.

Wî da zanîn ku karbidestên Rûsya, Amerîka, Çîn û Pakistanê dê roja Sêşemê li Moskowê ji hev cihê kom bibin û ew dê ser rewişa Afganistanê ya guherîye helwesteke hevbeş nîşan bidin.

Moskow di meha Adarê de bo konferanseke navneteweyî ya ser Afganistanê mazuvanî kiribû û welatên wek Rûsya, Amerîka, Çîn, Pakistanê bang li alîyên şerker yên li Afganistanê kiribûn ku peymaneke aştîyê ragihînin û tundûtûjîyê rawestînin.

Ji wê çaxê vir ve Amerîka û hevalbendên wê piştî 20 salan leşkerên xwe bi şûnde vekişandin, Talîbanê kontrola Afganistanê bi dest xwe xist û hikûmeta berê hilweşîya.

XS
SM
MD
LG