Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li Tirkîyê Dike ku li Gor Peymana Îdlibê Tevbigere


Maria Zakharova
Maria Zakharova

Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova di preskonferansekê de ser Îdlibê, ku piranîya wê di destê Heyat Tahrîr Şam de ye, axifî.

Zakravoya dîyar kir ku Rûsya ji Tirkîyê dixwaze ku têkoşîna xwe ya dijî çekdarên li Îdlibê xurttir bike.

Wê bang li Tirkîyê kir ku li gor Peymana Îdlibê ya di navbera Moskow û Enqerê de hatibû îmza kirin tevbigere.

Berdevika Rûs da zanîn ku rewşa Îdlibê ji berê xirabtir dibe û got ku çekdar hewil didin ku temamê herêma ewle bixin bin kontrola xwe.

Rûsya û Tirkîyê di meha Îlonê de li hev kiribûn ku li Îdlibê herêmeke ewle çêkin.

XS
SM
MD
LG