Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Rûsya û Tirkîyê li Ser Îdlibê Kom Bûn


Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin û nûnerê taybet yê Rûsya li Sûriyê Aleksandr Lavrentyev li Enqerê derbarê Sûrîyê kom bûn.

Her du nûner ser avakirina komîteya qanûna bingehîn û ragihandina wê axifin û bal kişandin ser rewşa Îdlibê.

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyen Yekbûyî (NY) Geir Pedersen gotibû ku di serdana Şamê de ew ser rewşa Îdlibê axifîne û ew dixwazin li wê herêmê îstiqrar çêbe.

Rûsya û Tirkîyê di meha Îlonê de li hev kiribûn ku li Îdlibê herêmeke ewle çêbe lê piştre ew lihevkirin xirab bûbû.

XS
SM
MD
LG