Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rûsya û Tirkîyê Nobedarîyên Hevbeş Didomînin


Leşkerên Rûsya û Tirkîyê li rojhilata bakurê Sûrîyê dest bi nobedarîya hevbeş ya sêyan kirin.

Her du dewletan di Rêkeftina Soçî de li ser nobedarîyan li hev kiribûn.

Li gor rêkeftina ku di 22’ê Cotmehê de hatiye îmza kirin, hêzên Tirk û Rûs heta 10 kîlometre başûrê sînorê Tirkîye û Sûrîyê dikarin nobedarîyên hevbeş bikin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo rêkeftinê di 23’ê Cotmehê de dest bi vekişîna ji sînor kiribû û piştî wê hêzên Rûsya û Sûrîyê li herêmê bi cîh bûbûn.

Ne dîyar e ku hêzên Rûs û Tirk dê hîn çiqas dem nobederîyên hevbeş bidomînin.

XS
SM
MD
LG