Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Operasyona Tirkîyê Wê Zararê Bide Îstiqrara Sûrîyê


Nûnerê Rûsya yê bo Sûrîyê Alexander Lavrentyev got ku ger Tirkîye dest bi operasyona Sûrîyê bike ewê girjî gurtir bibe.

Lavrentyev got ewê operasyona leşkerî ya Tirkîyê zararê bide îstiqrara herêmê.

Nûnerê Rûs, bo danûstandinên bi Îran, Tirkîye, hikûmeta Sûrîyê û serhildayên wî welatî li Nur-Sultan ya paytexta Qazaqistanê ye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Lavrentyev daye zanîn ku ew bi awayekî erênî li operasyona Tirkîyê ya gumankirî nanêrin.

Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike dijî ewlekarîya xwe wek gef dibîne û dixwaze li bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê bike.

Karbidestên Amerîkî jî HSD'ê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek hevbendeke girîng dibînîn û daxuyanîya dijî operasyona gumankirî belav dikin.

XS
SM
MD
LG