Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Rûsya û Tirkîyê Givaştina Kurdên Sûrîyê Dikin bi Şamê re Têkevin Tekilîyan


Dîmeneke ji hevdîtinên Astana ser siberoja Sûrîyê yên Kazakistanê (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reuters ragihand ku Rûsya û Tirkîyê îro Çarşemê piştî ku bi Îranê siberoja Sûrîyê gotûbêj kirine, ser Kurdên Sûrîyê givaştin kirine ku bi hikûmeta Şamê re têkevin teklîyan û dest ji armancên cudakar berdin.

Li Nursultan ya paytexta Kazakistanê, bi beşdarîya Rûsya, Tirkîyê, Îran û Kazakistanê, hevdîtinên ser Sûrîyê yên di formata Astanayê hatin kirin.

Di dawîya hevdîtinan de ji hêla 4 welatan ve, daxuyanîyeke hevpar hat dayîn.

Rûsya, Tirkîyê, Îran û Kazakistanê gotin ku ew piştgirîya yekbûna axa Sûrîyê dikin, tevahîya hewldanên bo afirandina rastîyên nû li ser erdê red dikin û jiber zêdebûna çalakîyên komên cudakar yên li rojhilatê çemê Firatê xwembar in.

Ji dema ku Serok Beşar el-Esed defakto di şerê navxweyî de serketina de facto bi dest xistiye vir ve, komên Kurd li wir rûbirûyê givaştinan in da ku dest ji çekan û kontrola axa xwe li bakurê rojhilatê Sûrîyê bikin, berdin

Hin rêberên Kurd bo pirsgirêka statuya Kurdan çareserîyeke federal daxwaz dikin.

Lê, Şamê heta niha tu vîyan gotûbêjkirina vê ramanê, nîşan nedaye.

Tirkîyê ya ku komên weke YPG’ê weke berfirehkirina komên cudakar yên Kurd yên ku ser axa xwe tevdigerin, dihesibîne; di van çend mehên dawî de gefan radigihîne ku ewê êrîşekê pêk bîne da ku wan ji herêmê derxîne.

Çavkanîyên hikûmeta Sûrîyê gotin ku Rûsyayê bi gavên leşkerî yên li herêmên di destê Kurdan de, ev êrîşa Tirkîyê asteng kiriye.

Hevdem, wan danîne ziman ku Moskowê dijî serhildeyên bi piştgirîya Tirkîyê yên li bakurê rojavayê Îdlibê, êrîşên esmanî zêde kiribû.

Enqerê jî hêzên xwe şandine wê heremê da ku pêşî li êrîşa hikûmeta nû ya bi piştgirîya Rûsya bigire.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG