Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Rûsya Toleyên Nû Radigihîne


Wezareta Darayî ya Amerîka dijî 19 hemwelatîyên Rûs û pênc sazî, ku di nav wan de daîreyên îstixbarata Rûs jî hene, jiber maytekirina hilbijartina 2016’an û êrîşa înternetî toleyên nû ragihandine.

Wezîrê Darayî yê Amerîka Steve Mnuchin dîyar kir ku ewê dijî karbidestên Rûsya jiber ku îstiqrara olîgarşîyan xirab dike hin toleyên din jî ragihînin.

Mnuchin ser dema toleyên nû ti agahî neda.

‘’Rêvebirî, dijî êrîşên înternetî yên Rûsya dixebite. Di nav van de êrîşên bo hewildana maytekirina li hilbijartina Amerîka û xirabkirina bingeha krîtîk jî heye’’ Mnuchin got.

Daîreyên îstixbarata Amerîkî dîyar kiribû ku Rûsya, di hilbijartina 2016’an de bo piştgirîya Trump di ser înternetê re sextekarî û propaganda kirine.

Rûsya, îdiayên ser mudaxeleya li hilbijartinê red dike.

Dozgerê taybet Robert Mueller, îdiayên ser maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka vedikole.

Di lîsteya toleyên nû de, sazî û kesên ku ji alîyê Mueller ve tên tawanbar kirin jî hene.

XS
SM
MD
LG