Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku Rûsya piranîya leşkerên xwe yên li Venezuela vekişandine û da zanîn ku wan ser vê mijarê ew agahdar kirine.
Kremlînê ragihand ku berovajî îdiayên Trump, leşkerên Rûs li Venezuela ne û li gor peymanên Moskow û Karakasê karên xwe didomînin.
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov got ku Trum ‘’ew agahîya şaş’’ ji rojname yan ji cîhekî din sitandîye.
Rûsya, ku piştgirîya Serokê Venezuela Nicolas Maduro dike, di meha Adarê de leşker şandibûn Venezuela.
Amerîka, dijî Maduro, piştgirîya rêberê rikeberîyê Juan Guaido dike.