Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rutte Bang li Endamên NATO Dike ku Lêçûnên Xwe yên Berevanîyê Zêdetir Bikin


Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte îro Duşemê bang li endamên hevbendîyê kir ku lêçûnên xwe yên berevanîyê, ji armanca xwe ya hevpar ya % 2 ji Hilberîna Xwemalî ya Giştî (GDP) zêdetir bikin.

Rutte li Portekîzê bi hazirbûna Serokwezîr Luis Montenegro soza Portekîzê dubare kir ku ewê heta sala 2029’an bigihêje armanca xwe ya % 2. Portekîz di sala 2023’yan de 1,5 ji sedê Hilberîna Xwemalî ya Giştî li ser berpirsîyên xwe yên jibo NATO xerc kiribû.

"Em dizanin ku aremanca % 2, ku deh sal berê hatibû dîyar kirin, wê têrî rûbirûbûna pirsgirêkên sibeojê neke. Jibo ku NATO bi hêz bimîne, divê em helwesta xwe bidomînin û ewlekarîya xwe ya siberojê garantî bikin. Loma jî em hewce ne ku niha hewilên xwe zêde bikin û jibo berevanîya xwe pirtir dirav veqetnin," Rutte got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêjeya lêçûnên berevanîyê berî deh salan hatibû danîn, lê niha jiber krîza bi Rûsyayê re daxwaza zêdekirina wê pirtir dibin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG