Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Sekreterîya Giştî ya NATO Navê Rutte Derdikeve Pêş


Ajansa Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya piştgirî didin berbijarîya Serokwezîrê Holandayê yê berê Mark Rutte ku li şûna Jens Stoltenberg bibe sekreterê nû yê NATO’yê.

Li ber e Stoltenberg di meha Cotmehê de dest ji kar berde û sekreterê nû wê di qonaxeke krîtîk de dest bi erka xwe bike û babetên wek parastina Ukrayna ya dijî êrîşên Rûsî wê di rêza pêşîn de be.

Karbidestekî Amerîkî ji Reutersê re got ku Serokê Amerîka Joe Biden bi xurtî piştgirî dide berbijarîya Rutte ya jibo sekreterîya NATO’yê.

Wî karbidestî pesna Rutte da ku xwedîyê têgihîştineke kûr ya ser girîngîya NATO ye, rêberekî xwezayî ye xwedîyê kanînên baş yên danûstandinê ye û dive dema girîng de bi karîgerî xizmeta hevalbendîyê bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku serokwezîrê herî dirêj yê Hollanda, Rutte 57 salî ye û di dema li ser kar, peywendîyênj wî bi rêberên Brîtanî, Yekîtîya Ewrupî û Trump jî di nav de bi serokên Amerîkî gelek rind bûn.

NATO, ku hevalbendîyeke sîyasî û leşkerî ya dewletên ji Amerîkaya Bakur û Ewrupa ye, di sala 1949’an, di dema Şerê Sar de de jibo pêşîgirtina Yekîtîya Sovyetê hatibû damezrandin.

Xala 5'an ya peymana damezrandina NATO dibêje ku êrîşeke hember endamekê, êrîşeke dijî hemî endaman e, loma di dema dawî de dewletên nû ketina nav hevbendîyê ku xwe ji êrîşa Rûsyayê biparêzin.

Sekreterê niha Jens Stoltenberg, ku berê serokwezîrê Norwêcê bû, ji sala 2014an vir ve sekreterîya giştî ya hevbedîyê dike û dema erka wî hatibû dirêj kirin.

XS
SM
MD
LG