Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Erdogan li ser Daxwaza Min Neket Nav Pevçûna bi Îranê re

Mark Rutte û Serok Trump li Koşka Spî Hezîran 24, 2026. (Photo by Aaron Schwartz / AFP)
Mark Rutte û Serok Trump li Koşka Spî Hezîran 24, 2026. (Photo by Aaron Schwartz / AFP)

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê êvarê li Koşka Spî bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re civiya û got ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser daxwaza wî neketiye nav pevçûnê bi Komara Îslamî ya Îranê re.

Trump got ku Erdogan, tevî helwesta xwe ya rexnegir a li hember Îsraîlê, ji şerê bi Komara Îslamî ya Îranê dûr ketiye û bi awayekî erênî bersiva daxwazên Washingtonê daye.
Serok trump herwiha got ku rêberên Çîn û Rûsyayê nêzîkatiyek wekhev girtine û dest nexist nava pevçûnên bi Îranê re.

Serokê Amerîkayê pesnê hevtayê xwe yê Tirk da û got ku Erdogan ji Tirkiyê hez dike û her tiştê ku min jê xwestiye kiriye.

Trump her wiha got ku ew bêyî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî civîna NATOyê nedibû. Wî rexne li hin welatên endamên NATOyê girtin ji ber ku di dema operasyona leşkerî ya li dijî Îranê de piştgirî nedane hewldanên Amerîkayê.

Daxuyaniyên serokê Amerîkayê di demekê de hatin ku rêberên rojavayî li ser ewlehiya Rojhilata Navîn, şerê Îran-Îsraîlê û rola hêzên herêmî û cîhanî gotûbêj dikirin.

Wî got, "Erê, Tirkiye endamek bihêz ê NATOyê ye û dibe ku ez tiştekî bikim ku Erdogan pir kêfxweş bike."

Rutte li Koşka Spî behsa alîkariyên welatên Ewrupa û Kenedayê kir yên ku di warê berevaniyê de ji NATO re pêşkeş kirine piştî ku Donald Trup di du xulan de bû serokê Amerîkayê û got, "ji dema ku Trump cara yekem dest bi kar kiriye, Ewrupa û Kanadayê bi qasî 1.2 trîlyon dolar lêçûnên berevaniyê zêde kirine."

Trump destnîşan kir ku Cîgirê Serok JD Vance bi awayekî çalak beşdarî danûstandinên bi Tirkiyê re li ser van mijaran bûye. Vance got ku lêpirsînek li ser ka çawa Amerîka dikare firokeyên F-35 bifiroşe Tirkiye tê kirin.

Kirîna sîstema berevanîya esmanî ya S-400 a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve di sala 2019an de astengî li pêşiya kirîna balafirên F-35 yên Amerîkayê çêkiriye ku ew demek dirêj e Tirkiyê ev daxwaz ji Amerîka kiriye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte got ku Tirkiye xwedî bingehek pîşesaziya berevaniyê ya mezin û bihêz e.

Derbarê beşdarbûna Hilcivîna NATOyê ya li Tirkiyeyê, Donald Trump her wiha got ku heke Hilcivîna li Tirkiyê ji aliyê Erdogan ve nehatiba lidarxistin, dibe ku ew beşdar nebûya.
Wî got ku Erdogan bi xwe, jê xwestiye ku beşdarî hilcivînê bibe û ew ê ji ber vê sedemê û ji ber rêzgirtina ji serokê Tirkiyê beşdar bibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG