Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rutte: Hollanda ji Populîzma Şaş re Go ''Na''


Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte
Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte

Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte got ku partîya wî VVD, bi serkeftina xwe rê li ber populîzma şaş ya siyasetê girtîye.

Li gor encamên nefermî, VVD di hilbijartinan de bû partîya yekê û 33 kursîyên meclîsa Hollanda ya bi 150 kursî bi dest xistin.

''VVD cara sêyan e ku di hilbijartinan de bi ser dikeve. Piştî Brexit û serkeftina Donald Trump li Amerîka, Hollanda ji populîzma şaş re go na'' Rutte got.

Rutte, ku di hilbijartinan de Geert Wilders yê li dijî Yekitîya Ewrupa (YE) têk bir, bi berdewamî da zanîn ku piştî encaman ew bi telefonê bi serokên Ewrupî re axifîye.

Hêjayî balkişandinê ye li Hollanda beşdarîya jibo hilbijartinê 81 ji sedê bû ku ew rêjeya herî bilind ya 30 salên dawî ye.

XS
SM
MD
LG