Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Alîkarîyên Mirovî ji Dergeha Um Celûd Kişandin


Piştî 7 rojan rê nehat dan ji bo derbaskirina alîkariyan

Piştî 7 rojan ji rawestîna alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê rêveberiya xweser ve hatibûn amadekirin, ji bo herêmên bakurê rojavayê Sûriyê yên wêranbûyî, alîkarî hatin kişandin.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê fermî li pêş dergehê Um Celûd yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên opozisyona Sûriyê de, ragihand ku ji ber rijdbûna Tirkiyê û girûpên girêdayî wê, li ser astengkirina derbaskirina alîkariyan, wan biryara da ku alîkariyan vegerînin.

Alîkarî bi helwestên siyasî ve tên girêdan

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Tirkiyê û girûpên girêdayî wê mijara alîkariyan bi pirs û helwestên siyasî ve girê didin, ev yek jî li ser hesabê qurbanî û weranbûyên erdhejê ye.

Endamê şaneya kirîzê ya girêdayî Rêveberiya Xweser, Ciwan Mele Ibrahîm, ji Dengê Amerîka re got, heya niha ti bersiv ji bo derbaskirina alîkariyan ji aliyê din nehat, lewma ew neçar man alîkariyan vegerînin cihekî ewle.

50 tanker û kamyonên alîkariyan hatin kişandin

Karwanên alîkariyan ku 30 tankerên sotemeniyê û 20 kamyonên alîkariyên mirovî pêk dihat, li ber dergehê Um Celûd heftiyekê rawestiyayî man.

Mele Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku ew amade ne alîkariyan bigihînin hemû gelê Sûriyê yê wêranbûyî dema ku derfet û rêdan hebe hebe.

Yekemîn karwanê alîkariyan yê Rêveberiya Xweser derbasî herêmên jêr serweriya hikûmeta Sûriyê bû

Duh çarşemê, yekemîn karwanê alîkariyên mirovî ku 100 tankerên sotemeniyê pêk dihat, bi rêya dergehê El-Tayha, ji herêmên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên navxweya Sûriyê bûn, ji wan 60 tanker ji bo herêmên jêr kontrola hikûmeta Sûriyê û 40 tanker ji bo taxên Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên jêr kontrola Rêveberiya Xweser li Helebê.

ZO_02_16_2023_Kisandina_Alikariyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG