Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Ahmed Yûsif Ser Sîyaseta Darayî ya Rêvebirîya Xweser Dipeyîve


Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê roja Yekşemê biryar da ku mûçeyên hemî karmend û endamên xwe bi rêjeya % 100 bilind bike.

Serokê Desteya Darayî Dr. Ahmed Yûsif, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re got ku pirtir ji 250 hezar karmend sûdê ji zêdebûna mûçeyan dibînin, herwiha 20 mîlyon dolar mehane jibo mûçeyan hatiye terxandin.

Li gor biryarê, mûçeyê herî kêm dibe 1 mîlyon û 40 hezar lîrayên Sûrî û mûçeyê herî bilind jî dibe 8 mîlyon û 222 hezar lîra.

Dr. Yûsif da zanîn ku biryara bilindkirina mûçeyan girêdayî nizimtirbûna nirxê lîraya Sûrî ye û wan ev bilindkirin weke rindtirkirina rewşa karmend û endamên Rêvebirîya Xweser bi cîh anîye.

Hêjayî gotinê ye ku nirxê lîraya Sûrî her ku diçe nizimtir dibe û yek dolara Amerîkî li bazara diravan dike bi nêzî 15 hezar lira. Lê, Banka Navendî ya hikûmeta Sûrî buhayê her dolarekê bi 10 hezar û 800 lîra destnîşan kiriye.

Kurdên Rojava di dema hilbijartinê de (Arşîv)
Kurdên Rojava di dema hilbijartinê de (Arşîv)

Dr. Yûsif dîyar kir ku li herêmên Rêvebirîya Xweser li tenişta lîraya Sûrî dolara Amerîkî jî tê xebitandin. Wî bi bîr xist ku Rêvebirîya Xweser îsal bi qasî nîv mîlyar dolar jibo kirîna genim ji cotkaran xerc kiriye.

“Beşeke pir mezin ji budceya giştî ya Rêvebirîya Xweser diçe jibo piştevanîya civakê, bi taybetî jibo ku nirxê nan û şewitê erzan bimîne. Armanca sîyaseta aborî ya Rêvebirîya Xweser geşkirina giştî ye. Em armanc dikin ku bi qasî xerckirinê, berhemanîn jî hebe, da ku aramîya aborî ya demdirêj li herêmê pêk were û hevsengî di navbera dahat û lêçûnê de hebe.

Jibo guhdarîkirina hemî hevpeyvînê û agahîyên zêdetir, kerema xwe dosya deng vekin:

NR_08_27_2023_Dr_Ahmed_Yusif
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:49 0:00
XS
SM
MD
LG