Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser 34 Zarokên Malbatên DAIŞ’ê Radestî Rûsya Kirin


Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê 34 zarokên sêwî yên çekdarên DAIŞ’ê, ku temenê wan di navbera 3 salî û 13 salî de ne, radestî şandeyeke Rûsî kirin.

Şandeya Rûsî ji Seroktîya Komîserîya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsofa û çend berpirsên din pêk dihat.

Serokê desteya karê derve ya Rêvebirîya Xweser Ebulkerîm Omer peymana radestkirinê ligel şanda Rûsî îmza kir.

"Îro emê 34 zarokên Rûs radestî welatê wan dikin. Em banga civaka navdewletî dikin ku werin zarokê xwe bigirin, jiber ku ti gunehê van zaroka tuneye ku di nava vê rewşê de rabin," Omer got.

Ji alîyê xwe ve, Kuznetsofa jî sipasîy Rêvebirîya Xweser kir û got ku 34 zarokan werdigirin ku wana bibin Rûsya.

Hêjaye bîrxistinê ye ku Rêvebirîya Xweser ji sala 2019’an vir ve 168 zarokên Rûsî radestî wê dewletê kirine.

Ofîsa Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser di sala 2020’an de jî 280 zarokên bîyanî yên çekdarên DAIŞ’ê radestî welatên wan kiribûn û dîsa sala borî 36 jinên DAIŞ’ê jî hatibûn radest kirin.

ZO_04_19_2021_34_Zarok
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00

XS
SM
MD
LG